Analîzeke Edebî li ser Muşa‘ereya Aşiq û Maşûq a Rûhî

Mijara işqê ji demên berê ve di jiyana mirovan de cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê derbarê işqê de gelek berhem hatine nivîsîn ku ji aliyê felsefî, ilmî û tesewifî ve li ser wê hûr bûye. Herweha hizr û ramanên felsefî, edebî û tesewifî ên derbarê işqê de hatine gotin bi awayekî rengê xwe daye helbe...

Full description

Bibliographic Details
Main Author: Yakup Aykaç
Format: Article
Language:Arabic
Published: Mardin Artuklu University 2023-03-01
Series:Mukaddime
Subjects:
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/2919613
Description
Summary:Mijara işqê ji demên berê ve di jiyana mirovan de cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê derbarê işqê de gelek berhem hatine nivîsîn ku ji aliyê felsefî, ilmî û tesewifî ve li ser wê hûr bûye. Herweha hizr û ramanên felsefî, edebî û tesewifî ên derbarê işqê de hatine gotin bi awayekî rengê xwe daye helbestên klasîk jî. Çi bi işqa mecazî çi jî bi işqa heqîqî, di bin çerxa işqê de bi cureyên xezel, qesîde û mesnewî gelek berhem hatine nivîsîn. Yek ji wan jî hlebesta Aşiq û Maşûq a Şêx Ebdurehmanê Axtepî ye ku bi mexlesa Rûhî deng daye. Rûhî helbesta xwe bi şêwaza munazereyê nivîsiye. Şair bi hunera teşxîsê aşiq û maşûq xistine nav guftûgoyeke evînî ku ji vî aliyê ve bûye mînakeke mu‘eşşeqeyê. Mu‘eşşeqeya Rûhî ya ku bi teşeya murebbê hatiye nivîsîn, cara yekem di vê nivîsarê de di çarçoveya muşa‘ereyê de hatiye nirxandin. Armanca vê gotarê ew e ku li ser muşa‘ereya Aşiq û Maşûq analîzeke edebî bike. Di ve xebatê de metoda şerhên nûjen wek rêbaz hatiye bikaranîn û her bendeke vê muşa‘ereyê bi ferhengok, analîzeke edebî û tesewifî, û hunerên edebî pêkve hatine nirxandin. Di dawiya lêkolînê de derketiye holê ku muşa‘ereya Aşiq û Maşûq ji aliyê edebî ve xwedî naverokeke kûr e.
ISSN:1309-6087
2459-0711